SOHR: Amerîka hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike

13 February 2025 20:01 0 dîtin
SOHR: Amerîka hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, bi taybet piştî ruxîna rejîma Esed hêzên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê teqwîye dike û di şandina alavên leşkerî û lojîstîk de berdewam e.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku herî dawî hêzên hevpeymaniya navdewletî bi rêya deriyê sînorî yê Welîd ê navbera Iraq û Sûriyê, karwaneke din a çek, alavên lojistîkî û bijîşkî ji baregeha leşkerî ya Xerabcîrê ya derdora navçeya Rimêlan a bakurê Hesekê re şand. 

Hate diyarkirin ku ji destpêka Sibatê ve Amerîkayê şandina çekan ji bo baregehên xwe yên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di 1 û 2yê vê mehê de li baregeha Wezîr a Hesekê bi tevlîbûna Hêzên Sûriya Demokratîk perwerdeyên leşkerî hatin birêvebirin û tê de çekên giran hatin bikar anîn û herwiha li baregeha Konîko ya Dêrazorê jî heman perwerde pêk hatin.

5ê vê mehê jî Hevpeymaniya Navdewletî bi 17 barhilgiran çek, cebilxane û sotemenî ji ser Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

9ê vê mehê jî Amerîkayê 25 barhilgirên çek û alavên leşkerî ji baregeha leşkeriya Qesrikê ya bakurê parêzgeha Hesekê re şandin.  

Li gorî zanyariyên SOHRê Hevpeymaniya Navdewletî hebûna xwe li Sûriyê berfireh kiriye û xalên çavdêriyê li Reqa û Kobanê jî ava kirine.