Amerîka hebûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê bihêztir dike
PeyamaKurd - Amerîka ji destpêka meha Îlonê ve heta niha 500 barhilgirê çek derbasî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Li gorî çavdêran, Amerîka bi şandina çek û alavên leşkerî yên zêdetir, pêgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bihêztir dike.
Çavkaniyên ji herêmê dan zanîn ku ji destpêka meha Îlonê ve heta niha nêzîkî 500 tir ên barhilgir çek û amûrên leşkerî yên Amerîkî derbasî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bûne.
Beşek ji wan çekan li derdora Hesekê û beşek jî li Minbicê hatine bicihkirin.
Bi nerîna beşekî ji çavdêran, armanca Amerîka ji şandina wan çekan heye, ku roj li pey rojê pêgehên xwe li wan navçeyan bihêztir dike.
Derbarê hebûna Amerîkayê li wan navçeyan de, beşekî mezin ji Kurdan vê yekê bi başî dinirxînin û dibînin, ku hebûna hêzên Amerîkî di berjewendiya gelê Kurd de ye, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, lê belê li parçeyên din ên Kurdistanê jî.
Hikûmeta Sûriyê, Rûsya û Îran, ji vê hebûna Amerîkayê li Sûriyê bêzar û nerazî ne. Tirkiye jî, hevpeymaniya navbera Amerîka û HSDê napejirîne, tevî ku Washingtonê bêhtir ji carekê ragihandiye ku hevpeymaniya wê ligel HSDê ji bo şerê DAIŞê ye. Amerîka şandinîna van çekan jî dixe wê çarçoveyê, lê her hikûmeta Tirkiyê helwesta xwe, li dijî vê yekê eşkere dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin