'Amerîka bi biryar e ku hebûna dîplomatîk li Rojavayê Kurdistanê bidomîne'

28 September 2023 21:37 0 dîtin
'Amerîka bi biryar e ku hebûna dîplomatîk li Rojavayê Kurdistanê bidomîne'

PeyamaKurd – Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku Amerîka bi biryar e hebûna xwe ya dîplomatîk a sînordar li Rojavayê Kurdistanê berdewam bike.

Rayedarê ji Wezareta Derve ku nexwestiye navê xwe bide gotiye, ew bi biryar in hebûna xwe ya dîplomatîk a sînorkirî li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bidomînin.

Çavkaniya ji Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, “Têkbirina DAIŞ û El Qaîdeyê, ligel şirîkên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û yên din, beşek ji stratejiya berfireh a Amerîka li Sûriyê ye.”

Hêjayî gotinê ye, demek berê hatibû ragihandin ku Amerîka dixwaze karên Balyozxaneya xwe ya Şamê, wekî nûnertî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam bike.  Li aliyê din gelek dîplomatên Amerîkî bi HSD û Rêveberiya Rojava re di nav pêwendiyê de ne ku di gotûbêjên navbeynkariyê yên ENKS û PYDê de roleke çalak dilîzin.