Kampeke mezin a penaberan sewitî: 15 mirî, 400 winda û 45 hezar kes ji derve man
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku kampa penaberan a li Cox Bazar a misilmanên Myanmar (Rohîngan) tê de dimînin agir pê ketiye û herî kêm 15 kesan can daye û 400 kes jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya berpirsê Komiseriya Penaberan a NY Johannes Van der Klaauw, hîn 400 kes winda ne, herî kêm 15 kesan can daye û 560 penaber jî birîndar bûne.
Klaauw, diyar kiriye ku di şewatê de 10 hezar malên penaberan bûne xwelî û ev jî tê wateya ku 45 hezar penaber ji derve bimînin.
Nûnerê NY da zanîn ku şewateke wisa mezin hîn nehatiye dîtin û got ku felaketeke gelekî mezin û hilweşîner e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin