Otomobîla Namzedê Saredariya Bajarê Mezin a Bursayê sewitî
PeyamaKurd – Otomobîla fermî ya parkkirî ya Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê ya Partiya Yekîtiya Anadoluyê Atilla Subaşi ku li Bursayê diçû serdana ciwanan, ji nişka ve agir pê ket.
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Subaşi ji bo beşdarî çalakiyê bibe li qada Taxa Santral Garaj a navçeya Navendî ya Osmangaziyê ji otomobîla xwe ya fermî peya bû. Subaşi ku bi ciwanan re hat cem hev, piştî demeke kin dît ku otomobîla wî şewitî.
Li ser agahdarkirina rewşê gelek ekîbên agirkuj, polîs û tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Ekîbên agirkujiyê bi lez û bez midaxeleyî şewatê kirin û rê li ber felaketê girtin.
Hat diyarkirin ku şewat ji ber elektrîkê derketiye, şewata otomobîlê di kamerayê da hat qeydkirin.
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Atilla Subaşi piştî bidawîbûna xebatên sarkirinê daxuyanî da û got, “Em ji bo çalakiyekê hatin vir. Dema em di bernameyê de bûn me ferq kir ku otomobîl şewitî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin