Li peravên Derya Spî felaketa koçberan: 116 kes winda ne

25 July 2019 20:24 0 dîtin
Li peravên Derya Spî felaketa koçberan: 116 kes winda ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Derya Spî felaketeke nû ya penaberan rû daye û li peravên Libyayê 116 koçber di avên deryayê de winda ne.

Dezgeha Ewlekariya Peravên Libyayê ragihandiye ku ji ber noqbûna keştiyeke penaberan herî kêm 116 koçber di deryayê de winda bûne û heta niha 132 koçber jî ji aliyê masîvanan û tîmên ewlekariya peravan ve hatine rizgarkirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê bûyerê de bi daxuyaniyekê piştrast kir ku herî kêm 116 koçber winda ne. Rayedarên Libyayê jî dibêjin, ji xeynî koçberên winda 132 kes hatine rizgarikirin.