Civîna felaketa koçberan a Derya Mansê bê vexwendina Brîtanya tê lidarxistin

28 November 2021 13:06 0 dîtin
Civîna felaketa koçberan a Derya Mansê bê vexwendina Brîtanya tê lidarxistin

PeyamaKurd – Piştî felaketa koçberan a Deryaya Manşê (Kanala Îngilîz) ku di encama noqbûna belemekê de 31 koçberan can dabû û ev yek bûbû sedema krîzê di navbera Fransa û Brîtanyayê de, li Calaisê îro Yekşemê civînek tê lidarxistin.

Hat ragihandin ku ji bo civîna bi serpereştiya Fransa û çend welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro Yekşemê 28ê Mijdara 2021ê tê lidarxistin, Brîtanya nehatiye vexwendin.

Hat zanîn wezîrên navxwe yên welatên Fransa, Almanya, Holanda û Belçîkayê li bajarê Calaisê yê bakurê rojavayê Fransayê bicivin.

Wê di civînê de pirsa koçberên rêya deryayî “Kanala Ingilîz” ku aloziya siyasî di navbera Brîtanya û Fransayê de çêkiriye were gotûbêjkirin.

Herwiha wê li ser dîtina çareseriyekê ji bo sînordarkirina karê komên qeçaxçî û torên ku belemên text û lastîkî peyda dikin ji bo derbasbûna koçberan a di Kanala Ingilîz re were gutûgo kirin.