IOM: Li Deryaya Spî di heman rojê de du karesatên koçberan qewimîn!

13 April 2024 12:05 0 dîtin
IOM: Li Deryaya Spî di heman rojê de du karesatên koçberan qewimîn!

PeyamaKurd – Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di 10ê Nîsanê de li Deryaya Spî du qezayên cuda yên keştiyên koçberan pêk hatine.

Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Deryaya Spî ya IOMê Flavio Di Giacomo di daxuyaniya xwe de got: "Ji bilî qezaya keştiyê ya ku 2 roj berê rû da û bû sedema 24 mexdûr (9 mirî, 15 winda) îro hat hînbûn ku beriya çend saetan keştiyek din binav bû. 45 kesên ji wê keştiyê jî winda bûn."

Ji bilî binavbûna keştiyek piçûk a 30 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Girava Lampedusa di 10ê Nîsanê de, hate eşkerekirin ku di heman rojê de çend demjimêrek din qezayek din a koçberan rû da.

Di Giacomo got, "Koçberek diyar kir ku ew ji her du qezayên keştiyê rizgar bû. Ew yekane rizgar bû ji qezaya yekem a keştiyê, ku piştre binav bû û bi keştiyek din a piçûk hat rizgar kirin. Paşê ew ligel koçberên din ên sax birin Lampedusa,"

Herwiha da zanîn ku her du keştî ji hesin hatine çêkirin û ji Tûnisê derketine.