Di nav Deryaya Egeyê de meytê 6 koçberan hatin dîtin

14 September 2022 10:01 0 dîtin
Di nav Deryaya Egeyê de meytê 6 koçberan hatin dîtin

PeyamaKurd – Di nav Deryaya Egeyê de 2 jê pitik û 3 jî jê zarok, meytê 6 koçberan hatin dîtin. Karûxebatên lêgerîna termên 2 jê pitik 5 koçberên din jî berdewam in.

Fermandariya Ewlehiya Perevan a Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, tîmên wan di saet 00.10ê şeva 13ê Îlona 2022yan li devera Kizilbûrûn a bajarê Mûglayê li ser agahiya ku di nav deryayê de çend belemên koçberan hene bi dû beleman çûn cihê bûyerê û di nav 3 belaman de bi giştî  66 kesên ku di deryayê de asê mabûn ji deryayê derxistin.

Hat ragihandin ku wan koçberên ji deryayê hatine derxistin ji tîman re gotine belemeke din a koçberan jî bi wan re bûye ku ji aliyê Yûnanîstanê ve hatiye vegerandin û ew belem xuya nake.

Herwiha piştî zanyariyên koçberan tîman di nav deryaya Egeyê de bi beşdariya helicopter û balafiran dest bi karûxebatên lêgerînê kirin.

Ajansa Fermî ya Tirkiye eşkere dike, di encama xebatên lêgerînê di wê belema nîvniqumbûyî de 7 koçberên din  bi saxî ji deryayê hatine derxistin ku xwe bi belemê ve girtibûn. Herwiha 2 jê pitik, 3 jî zarok termê 6 koçberan jî hatine dîtin.

Li gor zanyariyan, 7 koçberên di wê belema 4emîn de 18 kes ligel wan bûn. Li ser vê yekê tîman ji bo dîtina 5 koçberên din ên wenda ku 2 jê pitik in dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Li gor zanyariyên koçberên ji deryayê hatine derxistin, ew 10ê Îlona 2022ê  bi belemeke 15 metreyî ji  Lubnanê bi rê ketine, da ku xwe bigihînin Îtalyayê. Lê do 12ê Îlona 2022ê li navçeyên deryayî yên Rodosê sotemeniya wan temam bûye û ew ji aliyê Yûnanîstanê ve li 4 beleman hatine siwarkirin û ji bo navçeyên deryayî yên Tirkiye hatine  vegerandin.