Li Deryaya Egeyê 186 koçber hatin girtin
Peyama Kurd - Li Deryaya Egehê ji alî hêzên parastina sînorên deryayî yên Tirkîyeyê ve 186 koçber hatin girtin.
Dewleta Tirkîyeyê piştî ku ragihand wan û Yûnanistanê biryara zêdekirina bergirîyên koça deryasayî daye çavdêrî û kontrolên ewlehiyê zêde kiribû.
Hate ragihandin ku li navçeyên Dîkîlî, Karaburun, Çeşme û Seferîhîsar ên bajarê Îzmîrê 186 koçberên qaçax hatin girtin.
Li peravên navçeya Dîkîlî, 16 jê zarok 34 koçber di dema ku hewl didan ji bo welatên ewropayê bi rêkevin hatin girtin.
Li Kanlîkayaya Karaburunê jî 47 koçber ku 44 ji wan Sûriyeyî û 3 ji wan welatiyên Filistînê bûn hatin girtin.
Li deverên cûda yên peravên Deryaya Egeyê jî 6 jê Sûrîyeyî, 4 jê Filistînî, 10 jê Yemenî, 15 jê ji Afrîkaya Navîn, 5 jê Kongoyî, 5 jê Erîtreyî û yek jê Somaliyî, bi giştî 46 koçber hatin girtin.
Hêzên ewlehiya deryayî yên Tirkîyeyê her wiha li peravên navçeya Seferihisarê jî 59 koçberên ku di nav wan de jin û zarok jî hene û 52 ji wan Efxanistanî, 2 ji wan Gîneyî, 2 ji wan Togoyî, yek ji wan Malîyî, yek ji wan Ganayî û yek ji wan Afrîkayî ne, hatin girtin.
Hate ragihandin ku ev koçberên ku hatine girtin, piştî karên fermî. radestî Gerînendetîye Rêvebir a Koçê ya Parêzgeha Îzmîrê hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin