Di Derya Egeyê de 143 koçberên qaçaxî hatin girtin

14 July 2019 14:22 0 dîtin
Di Derya Egeyê de 143 koçberên qaçaxî hatin girtin

PeyamaKurd - Li bajarê Edirne yê Tirkiyê di nav Deryaya Egeyê de 143 koçberên bi rêyên qaçaxî dixwestin ji Tirkiyê derbasî Yunanîstanê bibin, hatin girtin.

Hat ragihandin ku ji aliyê radara mobîl û belema Fermandariya Parastina Peravan ve li peravên Enezê belemeke lastîkî hatiye dîtin û tîmên fermandariyê ketine tevgerê û belemên lastîkî rawestandine.

Di nav wan de 7 jê zarok 65 koçberên Efxanî, Pakîstanî û Îranî hatin girtin ku li heman navçeyê di nav belemeke din de jî 13 jê zarok 38 koçberên Filîstînî, Komorî, Misrî û Etîyopyayî hatin girtin.

Dîsa di nav belemeke din de jî 12 jê zarok 40 koçberên qaçax yên Efxanî û Pakîstanî ji nav deryayê hatin derxistin û piştî pişkinîna tendirûstî bo Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr hatin veguhestin.