Li peravên Misrê 7 cenazeyên koçberan hat dîtin
PeyamaKurd – Li gor nûçeya rojnama Misrê ya bi navê El-Weten; li bajarê Misrê yê qerexê behrê yê bi navê Metrûhê 7 cesedên koçberan hat dîtin. Hat gotin ku di navbera sînorê Lîbya û Misrê de li bajarê Sellûmê bi sedema tekneyekî ku koçberan hildigirt û noqav bûye û ev 7 kes ewin yên jiyana xwe ji dest dane.
Cenazeyên 7 koçberan birine nexweşxaneya dewletê ya Metrûhê û piştî nasnameya wan hatiye zanîn, wan teslîmê malbatên wan kirine.
Welatê Lîbyayê bo koçberên dixwazin herin Ewrûpayê ciyekî stratejîk e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin