Li ser sînorê Yûnanistan-Tirkiyê termê 12 koçberên ji sermê qufilîne hat dîtin

02 February 2022 18:02 0 dîtin
Li ser sînorê Yûnanistan-Tirkiyê termê 12 koçberên ji sermê qufilîne hat dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser sînorê navbera Tirkiye û Yûnanistanê termê 12 koçberên xwestine derbasî Ewropayê bibin hat dîtin.

Li gorî daxuyaniya walîtiya bajarê Edirne yê Tirkiyê, li devera Mandakoru ya Gundê Paşakoy a navçeya Îpsalayê, termên 9 koçberan hat dîtin ku ji ber sermayê can dane.

Piştre Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihandiye ku hejmara termên hatine dîtin 12 kes in û Yûnanistan tawanbar kir ku bûye sedema mirina wan.

Li gorî zanyariyan, ew koçberên xwestine bi rêya Yûnanistanê herin Ewropayê, hatine vegerandin û ji ber serma zivistanê ku li derve mane qufilîne û can dane. Derbarê nasnameyên wan koçberan de ti agahî nehatine belavkirin bê ji kîjan welatan e.