Yûnanistan sînorê ligel Tirkiyê bi têlan dipêçe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yûnanistan piştî rageşî û aloziya Rojhilatê Derya Spî û şandina penaberan ji aliyê Tirkiyê ve, hevsînorê bakurê rojhilat ê ligel Tirkiyê bi dirêjiya 27 kîlometran bi têlan dipêçe.
Rayedarên rêveberiya paytexta Yûnanistan Atînayê dane xuyakirin ku proje piştî vekirina deriyan bo penaberan ji aliyê Tirkiyê ve hatiye amadekirin û mebest rêgirtina dabezîna sînoran e.
Hat diyarkirin ku budçeya pêçandina bi têlan a sînor 62,9 milyon euro ye û 4 kompanî di çêkirina wê de cî digirin.
Herwiha hatiye ragihandin ku wê li ser wî sînorê navborî 4 xalên çavdêriyê yên artêşa Yûnan jî bên danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin