Fînlandiya sînorên xwe yên ligel Rûsyayê bi têlan dipêçe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatê Fînlandiya ku hevsînorê Rûsyayê ye û ji ber serlêdana NATOyê ji aliyê Rûsya ve gef lê tê xwarin, dest bi têlkirina sînorên xwe yên ligel Rûsyayê dike.
Li gorî nûçeya CMS Timesê Wezareta Navxwe ya Fînlandiyayê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew dê tedbîrên xwe yên li hember gefên Rûsyayê li ser sînoran zêde bikin.
Herwiha hat diyarkirin ku ew dê hezar û 300 kîlometre sînorê xwe yê ligel Rûsyayê bi têlan bipêçin û niha ji bo wê jî li ser guhertina yasayê dixebitin.
Li gorî nûçeyê tê çaverêkirin ku xebata pêçana bi têlan a sînor di demeke nêzîk de dest pê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin