Rûsyayê bertek li hember biryara NATO ya Fînlandiyayê nîsan da!
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova îdia kir, biryara Fînlandiyayê ya ku bibe endamê NATOyê biryareke nebaş e û wê rewşa herêmê xerabtir bike.
Piştî ku Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinistö proje yasaya endambûna welatê xwe bo NATOyê îmze kir, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova daxuyaniyek da. Zaharovayê diyar kir, biryara mijara gotinê biryareke ku nehatiye nirxandin.
Zaxarova got:
"Ev biryar bêyî nîqaşên giştî yên berfireh û di bin bandora kampanyayeke nedîtî ya Rûsofobiyê ya di medyayê de hat girtin. Herwiha em fêm dikin ku Amerîka û hin hevalbendên NATOyê li pişt vê kampanyaya siyasî ne."
Zaxarova eşkere kir, Rûsyayê da zanîn, biryara Helsînkî ya tevlîbûna NATOyê ji avakeriyê dûr e û got, "Ez careke din diyar dikim ku ev yek wê rewşa siyasî û leşkerî ya li Ewropayê xerabtir bike, herêma Baltîkê mîlîtarîze bike û li Arktîkayê rageşiyê mezintir bike."
Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinistö piştî civîna wezîran a ku îro hat lidarxistin, pêşnûmeya qanûna ketina welat a NATOyê îmze kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin