Fînlandiya dest bi danîna têlan ya navbera xwe û Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Fînlandiya dest bi danîna têlan ya navbera xwe û Rûsyayê kir. Fînlandiya bi endîşeye ku Rûsya gelek koçberan bişîne ber bi sînorê Fînlandiyayê. Fînlandiya 2 hefteye ku bûye endamê NATO yê.
Sala borî hukumeta Helsînkiyê biryarê dabû ku bi bilindahiya 3 metreyan têlan deyne û niha li devera Imatrayê tên danîn. Maliyeta danîna têlan wê li dora 380 milyon euroyê be û wê dirêjahiya têlan bigihê 300 km yan.
Berpirsê projeyê Ismo Kurki, roja înê ragihand ku armanca têlan ne bergirtina li ber îstîlayê ye lê bêhtir li bende ne ku di 200 km yan de koçber herin Fînlandiyayê.
Fermandarê sînor yê Fînî tûxgeneral Jari Tolppanen ragihand ku berê sînor bi ewlebû û niha jî bi ewleye lê divê ji bo guherînên pêş, ew bi hezir tevbigerin û divê sînorê Fîn û Rûsyayê nebe girêdayê kontrola zêde.
Parêzvanên sînor yên Fînlandiyayê dibêjin ku sala borî tenê 30 kes sînorê Fînê derbas kirine û terefê Rûsyayê ber li 800 kesangirtiye û nehiştiye derbasî Fînlandiyayê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin