Fînlandiya li ser sînorê xwe û Rûsyayê dest bi danîna çîtan kir

28 February 2023 22:42 0 dîtin
Fînlandiya li ser sînorê xwe û Rûsyayê dest bi danîna çîtan kir

PeyamaKurd – Dewleta Fînlandiya li ser sînorê xwe û Rûsyayê dest bi danîna çîtan an ku têlan kir. Ciyê çîtan lê datîne, li ser ciyê buhira Rûsyayê ya bi navê Imarta ye û ji her aliyê de 3 km çît datîne. Parastvanên sînor yên Fînlandiyayê ragihandin ku danîna têlan an ku çîtan weka mînake en ku pîlot e. Di ragihandinê de hat gotin ku bi paqijkirina daristanê dest bi xebatê kirine û weha dewam dike:

“Li her dû terefên Imartayê ku ciyê buhirê ye, li her dû terefan her terefekî 3 km wê têlên wan bên danîn. Di meha adarê de rê çêbikin û dest bi avakirinê bikin. Piştî wê, dê sîstema çavdêriya teknîkî ava bikin. Heya meha hezîranê bende ne ku biqede. Hukumeta me jê re pere veqetandiye û wê karibin ji bo 70 km bariyeran bikarbînin.”