“Sînorê Yekîtiya Awrûpayê ji Tirkiyê derstpêdike, ne ji Yûnanistanê”

11 September 2020 00:05 0 dîtin
“Sînorê Yekîtiya Awrûpayê ji Tirkiyê derstpêdike, ne ji Yûnanistanê”

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi rêya video-konferansê bo Komîsyona Parlementoya Awrûpayê axaftinekî kir. Çavuşoğlu li ser mijara pirsgirêka Rojhilatê Derya Sipî axifî û rexne li YA yê kir. Çavuşoğlu di axaftina xwe de behsa desteka çavgirtî ya YA yê bo Yûnansitanê kir û weha got:

“Sînorê Yekîtiya Awrûpayê ji Tirkiyê destpêdike, ne ji Yûnansitanê. Em bo diyaloga bi Yûnansitanê re bê qeyd û şert amade ne. Yekîtiya Awrûpayê li gora hûqûqa xwe tevnagere. Di şûna navbeynkariyê bike, terefdariyê dike.”