Îro meytên sê koçberên Kurd bo Herêma Kurdistanê tên veguhestin
PeyamaKurd – Nûnerê Dezgeha Lûtke ya li Yûnanistanê Şêx Husên diyar kir, îro Şemiyê 2yê Tîrmeha 2022yan meytên sê koçberên Kurd bo Herêma Kurdistanê tên veguhestin.
Li gor Şêx Husên ragihandiye, îro di saet 16:05an de meytên sê koçberên Kurd bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ve bo Herêma Kurdistanê têne veguhestin ku ji wan du kes zarok in, yek ji wan pênc salî ye û yek jî neh salî ye.
Herwiha Husên eşkere kir, ew her sê welatiyên Kurd di 21ê Kanûna par, li Yûnanistanê di deryayê de xeniqîbûn. Bi vegerandina wan 3 terman, heta niha 17 term bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin, beriya niha jî 16 termên din ji Brîtanyayê hatibûn vegerandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin