Boriya neftê teqiya: Bi tonan neft rijiya Çemê Dîcleyê!

23 March 2023 15:30 0 dîtin
Boriya neftê teqiya: Bi tonan neft rijiya Çemê Dîcleyê!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji aliyê BOTAŞê ve hatin ragihandin, ji ber ku di kîlometira 507emîn a xeta boriya xam a Êlih Dortyolê de qunek çêbû, bi tonan nefta xam herikî Çemê Dîcleyê.

Hat diyarkirin ku li Gundê Sînanê yê navçeya Bismilê ya Diyarbekirê, ji boriya nefte ya Botaşê, neft derket û herikî Çemê Dîcleyê.

Li gorî agahiyên destpêkê, piştî ku welatî ji bêhina li derdorê agahdar dibin, tîmên îtfaiyeyê yên Şaredariya Êlihê û tîma AFADê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku herikîn, li Robarê Êlihê hatiye dîtin û ji aliyê Parêzgariya Êlihê ve daxuyaniyek hatiye dayîn ku li qada kana qûmê ya Balpinarê ya di navbera gundê Mîrzabey û bajaroka Balpinarê de neft rijiyaye.

Botaşê daxuyanî da

Rayedarên Botaşê jî di derbarê mijarê de daxuyanî da û gotin ku piştî lehiya ku bi şev çêbû, di nav 2 xulekan de boriyên ku qun bûn hatin girtin û herikîna neftê hat sekinandin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Tîmên me yên lezgîn hatin cihê bûyerê û demildest dest bi xebatên xwe yên pêşîlêgirtinê kirin. Bi kordînasyona Parêzgariya Êlihê, Karên Hîdrolîk ên Dewletê, AFAD û Gerînendehiya Polîsan, li 3 xalên cuda, pergalên bariyeran hatin çêkirin û belavbûna neftê hat astengkirin.

Di derbarê bendav, kanalên avdaniyê û binesaziya ava vexwarinê de hemû bergirên hawirdorê hatin girtin. Dîsa hemû tîm û alavên pêwîst, sewqî herêmê hatin kirin û xebatên paqijkirina jîngehê û sererastkirina ziyanan hatin destpêkirin."