PKKê bi teqandina boriya neftê 100 milyon dolar zêdetir zirar da Herêma Kurdistanê

09 November 2020 16:52 0 dîtin
PKKê bi teqandina boriya neftê 100 milyon dolar zêdetir zirar da Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê li Parlemenê Lence Dizeyî li ser zirara teqandina boriya veguhestina petrolê ji aliyê PKKê ve ragihand ku heta destpêkirina hinardeya petrolê ji nû ve rojane 10 milyon dolar zirar gihîştiye Herêma Kurdistanê.

Piştî ku deh roj bi ser êrîşa teqandina boriya petrolê li dorûbera Mêrdînê de çûn, çend roj berê hinardeya petrolê ji nû ve dest pê kir ku tê texmînkirin zirara wê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 100 milyon dolaran e.

 Lence Dizeyî li ser mijarê got: "Me rojane 10 milyon Dolar di teqînê de ziyan dîtiye. Ev ziyana çar rojan, ziyanê digihîne mûçeyên malbatên serbilind ên şehîdan e. Ev yek jî darbeyek e li ser xwîna şehîdan û gelê Herêma Kurdistanê, ji ber ku di qeyran û nexweşiya giran a Korona re derbas dibin. Ev tawaneke mirovî ya mezin e. Ji bilî wê jî, PKK'ê bi vê kiryarê, rastî şermezarkirina navneteweyî jî bû.”

Biryardarê Komîteya Darayî ya Parlemena Kurdistanê Mihemed Seidedîn jî dide zanîn, "Zêdebûn û kêmbûna hinardeya petrolê dê bandoreke rasterast li ser mûçeyên karmendan û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bike. Teqîna boriyê dê zirareke mezin bigihîne mûçeyên karmendan. Li gorî texmînên me ji bilî buhayê tamîrkirina boriyê, Herêma Kurdistanê nêzî 100 milyon Dolar zirar dîtiye"

Çekdarên PKKê 28ê Cotmehê borîya petrola Herêma Kurdistanê li bakurê Kurdistanê teqandibûn û berpirsiya wê jî li xwe girtibûn ku ziyaneke mezin a aborî gihandin rizqê yekane dahata xelkê Herêma Kurdistanê.