Mehmûd Osman bang li PKKê kir û got: Teqandina boriya neftê karekî metirsîdar e!
PeyamaKurd – Karvedana li ser 2 roj berê teqandina boriya neftê ji aliyê PKKê ve ku bi ser Tirkiyê de ji Herêma Kurdistanê petrolê digihîne bazarên cîhanê, berdewam dike.
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ku xwedî pêwendiyên nêzîk e bi PKKê re, bertek nîşanî teqandina boriya petrolê ya nefta Herêma Kurdistanê bi ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de vediguhêze bazarên cîhanê da.
Pisporên neftê jî sabotaja boriya neftê ji aliyê PKKê ve ku di nav sînorên Bakurê Kurdistanê de pêk aniye û rojane bi qasî 10 milyon dolaran zirarê dide aboriya Herêma Kurdistanê wekî karekî terorîzma navdewletî bi nav dikin.
Berpirsên Hikûmeta Kurdistanê jî ev êrîşa teqandina boriya neftê wekî qutkirina rizqê xelkê Kurdistanê dane zanîn û bi tundî şermezar kirin.
Mehmûd Osman jî dibêje, teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, karekî metirsîdar e.
Li gorî nûçeya BasNewsê Osman gotiye, ‘Hinek tişt hene ku nabe PKK bike. Me di vî warî de hişyarî daye PKKê. Mînak; nabe werin nav xelkê sivîl ji ber ku dibin sebeb ku xelk bibin qurbanî.’
Mehmûd Osman destnîşan dike, ‘Teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve, karekî metirsîdar e. Diravê wê neftê, yê xelkê ye û teqandina wê boriyê ziyanê li xelkê dide.’
Osman herwiha bang li PKKê jî kir ku dest ji wan karan berde û ji gundan jî dûr bikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin