PKKê teqandina boriya gazê ya di navbera Îran-Tirkiyê de girte ser xwe
PeyamaKurd - PKKê çalakiya sabotajê ya li dijî boriya gaza xwezayî ya li ser sînorê Îran-Tirkiyê girt ser xwe û amaje kir ku di çalakiyê de 5 wesayitên zirxî hatine îmha kirin û zêdetirîî 30 leşker mirine.
Li gorî nûçeya di malpereke nêzîkî PKKê de, PKKê ragihand ku teqandina boriya gaza xwezayî ya di navbera Îran-Tirkiyê ji aliyê wan ve û bi “êrişeka xwekujî” pêk hatiye.
Roja 31 Adara îsal, boriya gaza xwezayî ya Îran-Tirkiyê, ku gaza Îranê derbasî Tirkiyê dike û li kêleka deriye sînorî yê Gurbulak-Bazirgan re derbas dibe, teqiya û ji ber wê jî hinartina gazê bo demekê rawestiya.
Derbarê wê teqînê de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek da û ragihand, ew borî ji aliyê wan ve û di encama êrişeke xwekujî de hatiye teqandin.
PKKê daye zanîn, gerîlayeka wan ya bi navê Rewşen Aşkara (Sema Koçer) ew êrişa xwekujî kiriye û amaje kir ku, “wê bi xwe re 30 serbazên Tirkiyê kuştin. Di encama teqînê de 5 wesayit bi temamî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin