Lijneya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê: Ji ber teqandina boriya neftê rojane 10 milyon dolar zirar çêdibe
PeyamaKurd - Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî ya Parlementoya Kurdistanê li ser teqandina boriya veguhestina neftê bi ser Tirkiyê de bo bazarên cîhanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê li sînorê Tirkiyê, rojane 10 milyon dolar zirarê digihîne Herêma Kurdistanê.
Herwiha hat gotin, endamên Lijneya Darayî û Karûbarên Aborî eşkere kirine ku teqandina boriyê zirareke mezin gihande aboriya Herêmê û li gor zanyariyan "vê bûyerê rojane nêzîkî 10 milyon dolar zirar gihandiye Herêma Kurdistanê".
Çend roj berê boriya nefta Herêma Kurdistanê li nav sînorên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibû teqandin û baskê leşkerî yê PKKê ew êrîş li xwe girtibû.
Piştî teqandina boriya petrola Kurdistanê bertekên tund hatin nîşandan û bûyerk wekî êrîşeke terorîzma navdewletî hat pênasekirin ku hewleke qutkirina rizqê xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin