Sanda Kurdistanê bi Lijneya Darayî ya Iraqê re civiya: Raporeke berfireh hat pêskeskirin

06 June 2022 17:15 0 dîtin
Sanda Kurdistanê bi Lijneya Darayî ya Iraqê re civiya: Raporeke berfireh hat pêskeskirin

PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li Bexdayê ye, bi Lijneya Darayî ya Iraqê re civiya.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Umêd Sebah piştî civînê ragihand ku wan li ser dahat û xercîneyên Herêma Kurdistanê raporeke berfireh pêşkeşî Lijneya Darayî ya Iraqê kiriye.

Sebah got, "Di rapora ku me pêşkeş kiriye de, hemû agahiyên derbarê dahata petrolê û xercîneyan de cî digirin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya nenaskirina Yasaya Petrol û Gazê ya Kurdistanê, îro Duşemê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dahatan û ji bo garantîkirina mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê kir.