Sanda Kurdistanê bi Lijneya Aborî ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî ku ev 3 roj in li Bexdayê ji bo çareserkirina krîza mûçeyan û çend pirsgirêkên din danûstandinên xwe didomîne, îro Înê bi Lîjneya Aborî ya Parlementoya Iraqê ya Heysem Ciburî serokatiya wê dike re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel serok û hinek endamên lîjneya aborî ya Parlementoya Iraqê civiya ku pêşniyar û çareseriya kêşeyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, pirsa nefte mafê Herêma Kurdistanê di budçeya sala 2019an herwiha bûdçeya sala 2020an hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku di civînê de biyar hatiye standin hemahengiyeke zêdetir di navbera Hikûmetî Herêma Kurdistanê û lîjneya aborî ya Iraqê de pêk were ji bo çareseriya kêşeyên aborî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin