Sanda Iraqê serdana Kurdistanê dike: Rojev gumrik û aborî ye

19 November 2018 14:08 0 dîtin
Sanda Iraqê serdana Kurdistanê dike: Rojev gumrik û aborî ye

PeyamaKurd - Li gor zanyariyên ji Gumrika Herêma Kurdistanê şandeke Iraqê îro 19ê Mijdarê serdana Hewlêrê dike.

Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdurehman ragihand: “Biryar hatiye dayîn ku pênaseyeke hevbeş a Iraq û Herêma Kurdistanê hebe, ji bo vê mebestê jî îro duşemê şandek ji Bexdayê tê Herêma Kurdistanê.” 

Samal Ebdurehman got, “Di gelek waran de pênaseya gumrika Iraqê girantir e û wergirtina pere jî zêdetir e, ji ber vê yekê pênaseya gumrika Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina pênaseyeke nû ya yekgirtî, weke bingeh hatiye diyarkirin û em hewil didin pênaseya gumrikê bi awayekî yek bikin ku di berjewendiya bazirgan û xelkê de be.” 

Berpirsên gumrika Herêma Kurdistanê û desteya gumrika Iraqê beriya niha jî ji bo rakirina xalên gumrikê yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê civiyabûn û li ser 27 xalên wekî danîna sê xalên gumrikê yên navbera Kerkûk-Hewlêr, Kerkûk-Silêmanî û Mûsil-Duhokê de li hev kiribûn.