Hikûmeta Kurdistanê li ser çemê Xabûrê 5 hewzên turîstîk û pêsîgirtina kêmaviyê çêdike

18 October 2022 19:23 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê li ser çemê Xabûrê 5 hewzên turîstîk û pêsîgirtina kêmaviyê çêdike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryara çêkirina 5 hewzên turîstîk li ser çemê Xabûrê yê li Zaxoyê daye û xebatên çêkirinê bi beşdariya 4 şirketan berdewam dikin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, dirustkirina pênc hewzan li ser rûbarê Xabûrê yê Zaxoyê, tevî ku dê dîmena ciwan bide bajêr û derdora wê, asta avê jî dê ji metreyekê bo du metre û nîv bilind bike û sektora geştyariyê vejîne.

Hat diyarkirin, ji bo ku ew hewz di dema diyarkirî de werin çêkirin û xebatên wê bileztir birêve biçin, çar kompaniyên cuda erkê çêkirina wan li xwe girtine û bi her çar kompaniyan, nêzîkî 200 karker û karmend bi zêdetirî 20 makîneyan ve, şev û roj heta 20 demjimêran dixebitin ku zêdetirî %75ê wan karker û karmendan, xelkê deverê ne.

Çemê Xabûrê bi dirêjiya 160 kîlometreyan e û di 47 gundên sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê re derbas dibe û bi temambûna wan hewzan re, wê xelk û navçe ji kêmavî û hişkesaliyê jî rizgar bibe.