Cesedê zaroka ji Sûriyê di çemê Dîcle de hat dîtin

05 September 2020 20:33 0 dîtin
Cesedê zaroka ji Sûriyê di çemê Dîcle de hat dîtin

PeyamaKurd- Zaroka bi navê Rabia Elhamşo ku 4 roj berê di çemê Dîcle de wenda bû bû, piştî 4 rojan cesedê wê hat dîtin. 4 roj berê zaroka 15 salî ya ji Sûriyê bo xwe hînik bike ketibû çemê Dîcle û tê de wenda bûbû. Li ser bûyerê tîmên îtfaiyê yê şaredariya Yenîşehirê, tîmên îtfaiyê yên şaredariya mezin ya Diyarbekirê, tîmên noqavê yên rizgarkirinê û têmên cendirmeyan yên alaya cendirmeyan dest bi xebata dîtina cesed kiribûn.

Cesedê Rabia Elhamşo ji ciyê bûyerê bi 3 km yan dûr hat dîtin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê cesed bo malbatê hat teslîmkirin.