Li bajarê Batmanê di araziyê vala de cesedê zilamekî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li taxa Gultepe di nav araziyê vala de cesedekî hat dîtin. Li gor lêkolîna hatiye kirin; ew xwe bi xwe bi sîlihê kuştiye. Ji bo otopsiyê cesed birin nexweşxanê.
Hemwelatiyên ku cesed dîtin, telefonê didin navenda 112an. Li ser dayîna agahiyan, polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê. Di mudaxeleya tîmên tenduristiyê de hatiye tesbîtkirin ku kesê bi navê Ali İhsan Savur (18) bi sîlihê xwe kuştiye.
Ji bo otopsiyê cesed birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin