Li bajarê Çankiriyê yê Tirkiyê 4 gundan ji ber sewatê vala kirin

19 August 2024 23:05 0 dîtin
Li bajarê Çankiriyê yê Tirkiyê 4 gundan ji ber sewatê vala kirin

PeyamaKurd – Heya niha li gelek bajarên Tirkiyê agir bi daristanan ket û xelk perîşan bû. Niha li bajarê Çankırıyê, li navça Ilgazê agir bi daristanê ket û ji hewa û bejayiyê de xebatê dikin da agir vemînin.

Şewat li navça Ilgazê li devera Kesekoyê seet di 17.00an de agir bi daristanê ket. Li ser vemirandina agir rêvebiriya giştî ya daristanan ya Tirkiyê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku:

“Li navça Ilgaz a bajarê Çankırıyê, li devera Kesekoyê seet di 17.00an de agir bi daristanê ket. Ji bo vemirandina agir ji hewa û bejayiyê de xebat tên kirin. Têkoşîna me dewam dike.”

Ji bo tedbîr bigrin, gundên Yukarımeydan, Aşağımeydan, Aşağıdere û Yukarıdere hatin tehliye kirin û wan li hin deveran bicîh kirin.

Ba jî dibe sedema ku agir zû belav bibe û karê vemirandina agir derengî dixe.