SOHR: Li rojava û rojhilatê Firatê ser rawestiya

11 December 2024 21:03 0 dîtin
SOHR: Li rojava û rojhilatê Firatê ser rawestiya

PeyamaKurd – Serokê Mala Çavdêriyê yê Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ku navenda wê Îngîltereye, Rami Abdurrahman ragihand ku li Sûriyê ciyê ku hêzên Rûsyayê jê vekişiyane, hêzên DYAyê ketine şuna wan.

Serokê SOHRê Rami Abdulrahman di 11.12.2024an de roja Çarşembê ji bo K24ê ragihandiye ku:

“Li rojhilat û rojavayê Firatê şer rawestiya. Li hev kirin ku HSD vekişin rojhilatê Firatê. Wê hêzên Rûsyayê bi temamî ji Sûriyê vekişin û hêzên DYAyê dê bikevin şuna wan. Eger li Sûriyê tehdîda DEAŞê ji ortê rabe,wê hêzên DYAyê ji Sûriyê vekişin.”

Abdurrahman, her weha ragihand ku piştî rejîma Beşar Esad ji Sûriyê rabûye, divê xelkê Efrînê û ciyên din dagerin ser warên xwe.