Li Serê Kaniyê di navbera komên çekdar de serekî dijwar derket
PeyamaKurd - Li Serê Kaniyê di navbera herdu komên çekdar El-Hemzat û Siltan Mûrad de roja înê şer û pevçûnên dijwar derketin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, sedema şer û pevçûnên di navbera herdu komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, nakokiya li ser destdanîna malekê û zeviyeke çandiniyê dest pê kiriye.
Pişt re, şer û pevçûn berfireh bûye û li çend taxên bajarê Serê Kaniyê û derdora bajêr çekdarên herdu koman çekên otomatîkî û RPG li dijî hev bikar anîne.
Li gor zanyariyên berdest, di şer û pevçûnan de herî kêm 5 çekdar hatine kuştin û hejmarek ji wan jî birîndar bûne.
Herwiha hejmarek sivîl jî birîndar bûne. Yek ji wan sîvîlan keçek li nav bajêr e.
Şer û pevçûn bi destêwerdana hêzên Tirkiyê û polîsên sivîl hatiye rawestandin lê heta niha herdu kom li hev nehatine û alozî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin