Li Serê Kaniyê di navbera komên çekdar de ser derket

21 April 2020 10:22 0 dîtin
Li Serê Kaniyê di navbera komên çekdar de ser derket

PeyamaKurd - Li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ku di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî de ye, şeva borî di navbera çar komên çekdar de li şer û pevçûn derketin.

Şeva borî şer û pevçûn di navbera çend grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li nav navçeya Serê Kaniyê derketiye. Li gor çavkaniyên herêmî, şer di navbera herdu komên Ehrar el Şerqiyê û Lîwaya Muitesem de derketiye û paşê herdu komên Qaqah û Firqeya 20 jî tevlî şer bûne.

Şer û pevçûn li taxên Mihete, el-Ibre, Cadeya Kenîseyan, deriyê sînorî, Xizanê Avê û Xerabata çêbûne.

Heman çavkaniyan diyar kirine, ku çekên giran weke RPG di şer û pevçûnan de hatine bikaranîn û gulle derbasî navçeya Serê Kaniyê ya li aliyê Bakurê Kurdistanê jî bûne.

Li gor zanyariyan, di encama pevçûnan de 2 çekdarên Lîwaya Qaqah hatine kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmî didin zanîn, ku kuştî û birîndar ji komên din jî hene, lê hejmara wan nehatiye zanîn.