Li Serê Kaniyê di navbera komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ser derket
PeyamaKurd - Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer derket.
Li gor ajansa Sûriyê Sanayê ragihand, li gundê Um Işbe yê li rojavayê bajarokê Zerganê yê bajarê Serê Kaniyê, di navbera komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, şer û pevçûnên giran pêk hatine.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, şerê di navbera komên çekdar de li ser parvekirina mal û milkê ku ji hemwelatiyên wî gundî dizîne pêk hatiye.
Her li gor zanyariyan komên çekdar êrîşî gundê navborî kirine û mal û milkên xelkê gund dizîne û paşê li ser tiştên ku dizîne pevçûne û hemû cûrên çekan li beramberî hev bikaranîne.
Li gel vê yekê ajansê destnîşan kir, çekdarên ser bi Tirkiyê ve di heman rojê de, kabloyên elektirîkê yên di navbera gundê Elweybide û El-Wastayê yên ser bi bakurê bajarê Eyîn Îsayê dizîne û ji bo gule li deverê barandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin