Li Efrînê ser di navbera komên çekdar de derket

07 June 2022 11:33 0 dîtin
Li Efrînê ser di navbera komên çekdar de derket

PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê şer di navbera komên çekdar de derket û di encamê de çekdarekî firqeya Hemze bi giranî birîndar bû.

Li gor çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine, şer û pevçûn di navbera çekdarên koma Hemze û çekdarên Eşîra Miwalî li Efrînê de  derket û di encamê de çekdarekî firqeya Hemze bi giranî birîndar bûye.

Herwiha heman çavkanî eşkere dikin ku çekdarên Eşîra Miwalî xalên pişkinînê li derdora Efrîn danîne û çekdarên koma Hemze digirin.