Efrîn | Di navbera komên çekdar de ser derket: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera komên çekdar de şer derket û di encamê de fermandarek û leşkerek hatin kuştin û hejmarek leşker û xekê sivîl jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecihî ragihandin, şer di navbera du komên Ehrar el-Şam de, li gundê Til Silûrê yê ser nahiya Cindirêsê ve li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê derket.
Heman çavkanî eşkere dike, şer li ser kelûpelên diziyê bû û di encamê de fermandarê Liwaya Muhacirîn a bin kontrola koma Ehrar el-Şam de û leşkerek din hatin kuştin.
Herwiha hat destnîşankirin, 7 çekdarên din jî birîndar bûn, 5 kesên sivîl jî di şerê wan komên çekdar de bi giranî birîndar bûne.
Li gor heman çavkaniyan, fermandarê ku hatiye kuştin navê wî Mehmûd Bunyan bû û fermandarê Liwaya Muhacirîn bû, herwiha ew leşkerê ku hatiye kuştin jî Museeb Şihade bû û xwarziyê wî fermandarê ku hatiye kuştin bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin