Efrîn | Di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ser derket

03 July 2021 14:30 0 dîtin
Efrîn | Di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ser derket

PeyamaKurd – Li Efrînê di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de şer derket û di encama şer de, 5 çekdar hatin kuştin.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê daye zanîn, şeva borî şer û pevçûn di navbera çekdarên koma Artêşa Nuxbe û koma Siqûr El-Şemal li navçeya Meydankê ya Efrînê çêbû, di encamê de 5 çekdar ji her du koman hatine kuştin, hejmareke çekdar jî birîndar bûne.

Çavkaniyê herwiha diyar kiriye, heta niha sedemên şer nehatiye zanîn, lê gelek caran çekdar li ser pereyên bacan, yan jî destdanîna ser mal û milkên welatiyan şer dikin.