Emîn: Koçberên Singalê ji ber tirsa komên çekdar nikarin vegerin malên xwe
PeyamaKurd – Rêveberê Koç û Koçberiya Duhokê di daxuyaniyekê de diyar kir, heta niha 27 hezar malbatên koçberên Şingalê li kampên Duhokê mane û ji ber tirsa komên çekdar nikarin vegerin ser mal û halên xwe.
Rêveberê Koç û Koçberên Iraqê yê parêzgeha Duhokê Îskender Mihemed Emîn daye zanîn: ‘‘Li Duhokê 16 kampên koçberan hene ku hemû rûniştvanên wan kampan jî xelkê Şingalê û xelkê sînorê Şingalê ne.’’
Îskender Mihemed Emîn destnîşan kiriye: ‘‘27 hezar malbat di nav wan kampan de dijîn û ji ber rewşa Şingalê xirab e, heta niha jî venegeriyane ser mal û halên xwe.’’
Rêveberê Koç û Koçberên Duhokê herwiha eşkere kiriye, heta rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de neyê bicîhanîn û Pêşmerge nevegere bajar, koçberên Şingalê amade nînin vegerin navçeyên xwe.’’
Îskender Mihemed Emîn red kir ku ew kampana bên daxistin û daye zanîn: ‘‘Ti biryarek ji bo daxistina kampên koçberên Şingalê tine û ti malbatek jî bi zorê nayê şandin.’’
Îskender Mihemed Emîn diyar kiriye, hin xelkê rûniştvanê kampan vegeriyane Şingalê, lê ji ber rewşa xerab a bajar û hebûna komên çekdar û revandina zarokan, careke din dubare hewla vegera kampan didin.’’
Çalakvanên Şingalê dibêjin, çekdarên ser bi PKKê zarok û ciwanên Şingalê direvînin û wan vediguhêzin bo Qendîlê û wan li wê derê dikin çekdarên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin