'Ji tirsa PKKê û komên çekdar nikarin Singalê ava bikin'
PeyamaKurd - Cîgirê Parêzgarê Nînowayê li ser dubare avakirina Şingalê û gihandina xizmetan bo Şingalê got ku wan daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiriye ku rêkeftina Şingalê bicih bike, da ku bikarin xizmetê pêşkêşî wê deverê bikin.
Sîrwan Rojbeyanî ji K24ê re daye xuyakirin ku ji ber hebûna PKKê û komên çekdar ên din û rewşa nebaş a ewlehiyê li Şingalê, peymandar (kontraktor) ji bo destpêkirina projeyan newêrin derbasî navçeyê bibin.
Rojbeyanî li ser rêkeftina Şingalê diyar kir, çend meh berê di serdana Serokwezîrê Iraqê bo Nînowayê de, wan weke rêveberiya parêzgehê daxwaz ji wî kir ku rêkeftina Şingalê bicih bike û destnîşan kir, Şingal ne di destê hêzeke Iraqî de ye. Rêveberiyeke ne yasayî li Şingalê heye û ew wek parêzgeha Nînowayê têkiliyê bi wan re nakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin