Siyasetmedarê Kurd: Komên milîs ji tirsa ku Amerika li Îranê bixe, pasde gav avêtin
PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê gefa bersivdana êrîşên li ser baregehên xwe yên li Sûriye û Iraqê, da koma Hizbullaha Iraqê ku di bin navê Berxwedana Îslamî ya girêdayî Îranê de, êrîşan dibe ser hêzên amerîkî, ragihand ku wan êrîşên xwe rawestandine.
Li ser mijarê Wezîrê berê yê Dadê yê Herêma Kurdistanê û siyasetmedar Şêrwan Heyderî got: “Dûvikên Îranê nekarîne 2 rojan xwe li hember gefxwarinên Amerîkayê bigrin.”
‘Gelê Kurdistanê ti carî ziyan nedaye ti kes û aliyekî’
Şêrwan Heyderî ji BasNewsê re gotiye: “Gelê Kurdistanê ji dema hebûye di çarçoveya Iraqê de, ziyanên wê ji bo ti kesî nebûye û me kes neêşandiye û rêz li serweriya welatên din jî girtiye, derveyî xêrê, me şer li gel ti kesî nekiriye. Waye Îran rojane ji ber Kurdistanê mifaya aborî û sînorî li gel Kurdistanê parastiye, lê her roj ew bixwe, dûvikên wê û yên girêdayî wê êş û azarê didin me.”
‘Ji tirsa wek Hizbullahê daxuyaniyan didin’
Heyderî daye zanîn: “Ji ber ku wan ji bingeh ve her bi zordariyê kar kiriye, dema hêzeke mezin a wek Amerîkayê gef li wan dixwe, wê demê dikevin nav qalibê xwe û ji tirsan wek Hizbulahê beyanameyê belav dikin û daxwaza agirbestê dikin. Îran û milîsên şîe yên dûvikê wê, bi taybet nekarin 2 rojan jî li hember gefxwarina Amerîkayê xwe bigrin û ala spî bilind kirin. Ev belge ye ku ew hêz tenê ji bo gelên bêdesthilat zîrek in, çi li Herêma Kurdistanê, çi li Iraqê, çi li Sûriyê, Lubnan, Yemen û Filîstînê. Tenê karê wan dana kuştina xelkê ye bi navê berxwedanê û di rastiyê de ew xîreta wan a ku li dij Amerîkayê rawestin tine.”
‘Komên milîs ji tirsa Amerîka li Îranê bide paşde vekişiyan’
Şêrwan Heyderî diyar kiriye: “Ji duh ve her çi grubeke dûvik û kilka Îranê be li Iraqê, ji tirsa ji bo ku li Îranê nedin û li Iraqê bidin, dibêjin; bi fermana Îranê me êrîş nekiriye ser Amerîkayê. Ev daxuyanî ji bo wê yekê ye ku eger Amerîka li wan bide jî bila li Îranê nede, di nav axa Iraqê de li wan bide û şer ji nav axa Îranê dûr be, ji ber ew xiyanetê li gel û axa Iraqê dikin, bi taybet axa Îranê pîroztir dibînin ji axa welatê xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin