Husên: Topbarana Perexê ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatiye kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Iraqê diyar kir, topbarana devera Perex ya Zaxo ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.
Li gor zanyariyan, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên îro di civîna Parlamentoya Iraqê de, ku taybet li ser topbarana devera Perex ya Zaxo hatibû lidarxistin axivî û diyar kir, zanyariyên di destê me de nîşan didin ku topbarana Perexê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 20ê vê mehê artêşa Tirkiyê seyrangeha Perex ya Zaxo topbaran kir. Di wê topbaranê de 9 geştiyarên Iraqî hatin kuştin û nêzîkî 30 geştiyar jî birîndar bûn.
Heta niha Tirkiyê qebûl nekiriye ku topbaran ji aliyê artêşa wî welatî ve hatiye kirin. Tirkiye wê êrişê davêje stûyê PKKê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin