Artêsa Îsraîlê: Êrîsa li Gazzeyê ji aliyê Cîhada Îslamî ve hatiye kirin

18 October 2023 12:00 0 dîtin
Artêsa Îsraîlê: Êrîsa li Gazzeyê ji aliyê Cîhada Îslamî ve hatiye kirin

PeyamaKurd –  Artêşa Îsraîlê diyar kir, êrîşa li Gazzeyê ji aliyê Cîhada Îslamî ve hatiye kirin.

Weke tê zanîn şeva borî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Gazzeyê hat kirin û di encamê vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Herwiha gelek welat û saziyên navneteweyî da zanîn ku Îsraîlê ev êrîş encam daye.

Di derbarê mijarê de Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û ev îdia red kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Roketên ku terorîstan Cihada Îslamî avêtin bûn sedema teqîna li Nexweşxaneya el-Ehlê Baptîstê ya li Gazzeyê.”

Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu li ser êrîşa li Gazzeyê daxuyaniyek belav kiribû.

Binyamin Netanyahu di daxuyaniya xwe de gotibû:

“Divê hemû cîhan zanibe, ne artêşa Îsraîlê êrişî nexweşxaneyê kiriye. Yên ku ev êrîş kirine, terorîstên li Gazzeyê ne.

Yên ku zarokên me bi awayekî xwînxwar qetil dikin, zarokên xwe jî qetil dikin.”