Kerkûk | 7 cotkarên Kurd ji aliyê artêsa Iraqê ve hatin girtin

26 November 2023 17:04 0 dîtin
Kerkûk | 7 cotkarên Kurd ji aliyê artêsa Iraqê ve hatin girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Iraqê dorpêç daniye ser çend gundên herêma navçeya Sergeranê ya Kerkûkê û 7 cotkarên Kurd jî hatine girtin.

Li gorî ragihandina cotkarên gundê Pelkanê artêşa Iraqê 7 cotkar bi hinceta ku karê çandiniyê dikin girtine.

Cotkarên Kurd dibêjin, “Ti bingeheke yasayî ya girtina van cotkaran nîne ku her kes li ser axa xwe karên xwe dike. Tiştê ku artêşa Iraqê dike, destavêtin û firotina şer li ser daxwaza erebên ji derve ye."

Cotkarên Kurd ku gelek caran rastî êrîşan û destdanîna ser zeviyên xwe ji aliyê erebên hawirde ve tên, daxwaz ji nûnerên Kurd kirin ku zext û zordariya li ser cotkarên Kurd bi dawî bînin.

Hêjayî gotinê ye, li parêzgeha Kerkûkê, ji ber kiryaryên rejîma berê ya Iraqê pirsgirêk li ser milyonek û 100 hezar donim zevî heye û heta niha jî piraniyan wan kêşeyan nehatine çareserkirin.