Kerkûk | Ji artêsa Iraqê pêngava erebkirinê: Çandînî li cotkarên Kurd hat qedexe kirin!

12 July 2022 14:36 0 dîtin
Kerkûk | Ji artêsa Iraqê pêngava erebkirinê: Çandînî li cotkarên Kurd hat qedexe kirin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Fermandarê Firqeya 8 a artêşa Iraqê ligel hêzeke leşkerî çûye gundê Pelkanê yê girêdayî nehiya Sergeranê ya Kerkûkê û gef li cotkarên Kurd ên wî gundî xwariye ku careke din li ser zeviyên xwe genim neçînin.

Nûnerê cotkarên nehiya Sergeranê Mihemed Îsmaîl medya Kurdistanê re ragihandiye ku Fermandarê Firqeya 8 a artêşa Iraqê ligel hêzeke leşkerî çûye gundê Pelkanê û serdana mala şêxê Ereban Elî Ewas ku bi “endezyarê erebkirinê” tê naskirin kiriye û wî fermandarê artêşa Iraqê ji bilî ku çandinî li cotkarên Kurd qedexe kir, îro danê sibê serjimêryarî ji bo malbatên Kurd kir ku armanc ji wê yekê ew e, proseya erebkirina gund bidomîne û Erebên din ên hawirde bîne gund û fişarê li Kurdan bike ji bo ku ji gund derkevin û piştre gund dagir bikin.

Nûnerê cotkarên nehiya Sergeranê daxwaz ji serkirdatiya siyasî ya Kurd kir ku rê nedin vê hewla erebkirinê û pirsgirêkên cotkarên wê deverê çareser bikin.

Hêjayî gotinê ye, pirsgirêka zeviyên Kurdan li nehiya Sergeranê, vedigere heyama rêjîma Beas a  ku di sala 1987an de rêjîma Beas di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nehiyê derkirin û Ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên Kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an jî Parêzgarê Kerkûkê yê spandî Rakan Cibûrî hewl dide careke din vê xakê li Ereban parve bike.

Ji nav 42 gundên nehiya Sergeranê, metirsiya erebkirinê li ser 40 gundan heye. Cotkarên Kurd jî dibêjin, Pelkane yekem gund e, eger rê ji bo erebkirina wê bê dayîn, dê proseya erebkirinê berdewam bibe û gundên din jî dê bêne dagirkirin.