Cotkarên Kurd ên Kerkûkê li dijî artêsa Iraqê 25 roj in di grevê de ne
PeyamaKurd – Cotkarên Kurd ên deverên Topzawa, Daqûq, Qerehancîr û hejmarek gundên din ên Kerkûkê li dijî astengiyên artêşa Iraqê û destdanîna ser zeviyên wan, di grevê de ne.
Cotkarên grevê ku nûnertiya cotkarên navçeya Sergaran û çend navçeyên din dikin, zêdetirî 25 roj in li ser rêya balafirxaneya Kerkûkê kon vedane û daxwaza hilweşandina biryarên Meclîsa Serkirdatiya Şoreşa Partiya Beisê ya berê ye, lê heta niha bi fermî bersiva wan nehatiye dayîn.
Hêmin Hesîb ku ligel cotkaran beşdarî grevê bûye, ji Ku24ê re gotiye: “Em piştevaniya xwe ji bo maf û daxwazên rewa yên cotkarên Kurd û Tirkmen radigihînin. Em di wê baweriyê de ne ku hewlên hikûmeta Iraqê, berdewamiya wê paşeroja tal e ya xelkê vê herêmê bi artêşa Iraqê re heye.”
Topzawa dikeve başûrê Kerkûkê û xelkê wê Kurd in û xwediyên resen ên zeviyên gund in, artêşa Iraqê jî ji wan xwestiye ku ne tenê dev ji axa xwe berdin, lê gundê xwe jî vala bikin.
Hêjayî gotinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsa cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê ji nêz ve dişopîne û hewlên hikûmeta Iraqê û rêveberiya Kerkûkê jî weke metirsiyeke mezin a proseya erebkirinê dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin