Artêsa Sûriyê bi 59 dronên xwekuj êrîsî HTSê kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa rejîma Sûriyê di nav meha Tîrmehê de, çend caran bi dehan dronên xwekuj, êrîşî baregehên Heyet Tehrîr Şamê û artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê kiriye.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR), ji destpêka Tîrmehê ve hêzên Şamê bi 59 dronan êrîşî baregehên HTŞê û artêşa Tirkiyê kirine, ku li gorî agahiyên SOHRê sê ji wan dronan bargehên Tirkiyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê kirine armanc.
Çavkaniyên medyayî yên herêmî diyar kirine ku doh li baregeheke Tirkiyê ya li bajarokê Neyrebê li rojhilatê Idlibê di encama bombebaranê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûne.
Li Idlib, Heleb, Laziqiyê û Hemayê 49 baregehên Tirkiyê hene û tê gotin, zêdetirî 10 hezar leşkerên Tirkiyê li wan herêman bicih bûne.
Hêjayî gotinê ye, tevî nîqaşên li ser asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê jî di demên dawî de tevgerên leşkerî li Idlibê zêde bûne ku Rûsya ji Tirkiyê dixwaze, çekadaran 6 km ji rêya M4 ya navbera Laziqiyê û Helebê dûr bixe û rê veke. Heta hin nûçeyên ku Tirkiye û Rûsyayê li ser mijarê li hev kirine jî hatin belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin