Artêsa Tirkiyê êrîsî pêgehên hêzên Sûriyê kir

28 June 2019 12:35 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê êrîsî pêgehên hêzên Sûriyê kir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan pêgehên Artêşa Sûriyê li Idlibê topbaran kirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ew dever Artêşa Sûriyê ku ji wan ve êrîşî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê dihate kirin, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve bûne armanc.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, lêdana deverên Artêşa Sûriyê ji aliyê hêzên wan ve di çarçoveya bersiva êrîşên hêzên Sûriyê bo ser xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyê de hatiye encamdan.

Zêdetirî mehekê dibe ku Artêşa Sûriyê li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê çend caran xalên çavdêriyê yên Artêşa Tirkiyê kiribûne armanc.

Herî dawî, hêzên Sûriyê xala çavdêriyê ya jimare 10 a Aerêşa Tirkiyê li başûrê Idlibê kiribûne armanc ku di encamê de serbazekî Tirkiyê hatibû kuştin û 3 serbazên din ên wî welatî jî birîndar bibûn.