Bi mosekan Îsraîlê êrîsî bingehên artêsa Sûriyê kir
PeyamaKurd – Îsraîlê bi moşekan êrîşî ser bingehên artêşa Sûriyê kir, lê piraniya moşekan berî bigihin armancên xwe ji aliyê artêşa Sûriyê ve hat şikandin.
Li gor ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî ji artêşa Sûriyê belav kir, şeva borî di saet 22:42 de, Îsraîlê bi moşekan êrîşî ser bingehên başûrê Sûriyê kir, artêşa Sûriyê jî piraniya moşekan berî bigihin armanca xwe şikandin.
Heman jêderî daye zanîn, Îsraîlê moşek ji Golanê ve arasteyî xaka Sûriyê kirin û ziyanên ji encama êrîşê derketine jî tenê madî bûn.
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, Îsraîlê êrîşî binkeyên leşkerî yên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li parêzgeha Quneyterê kirin û tu ziyanên canî nebûn.
Îsraîlê meha borî jî çend caran cih û pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Sûriyê bombebaran kiribûn. Di êrîşa roja 12 meha borî de, 23 ji çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve, li Bokemalê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin